HAKKARÎ
Walîtiya Hakkariyê çalakiya bi navê "Hakkariyî cejna hev pîroz dikin" li dar xist. Rêvebirên bajêr jî di çerçoveya vê çalakiyê de bi welatiyan re hatin li bal hev.
Walî Necmettîn Kalkan, Fermandarê Tûgaya Çiya û Komandoyê Tuggeneral Mûzaffer Sonmez, Midurê Ewlekariyê Tûfan Erguder û rêvebirên din yên ku bi wan re bûn, li nexweşxaneya dewletê geriyan û cejna nexweşan pîroz kirin.
Bi welatiyan re jî ji bo cejna hev pîroz kirinê, kolana Bulvarê hat amadekirin û ji bo xwarinê goşt û birinc hat çêkirin. Welatiyan yek bi yek destê Walî Kalkan û rêvebirên din yên bajêr girtin û cevna wan pîroz kirin.
Walî Kalkan di merasîmê de diyar kir ev yekîtî û biratî nîşan dide ku zordestiya rêxistina terorê ya li ser gel rabûye.