Balafira bêmirov a ku ji aliyê Pîşesaziya Fezayî û Hewayî ya Tirk (TAI-TUSAŞ) ve hatibû çêkirin, ket nîka trol a ku masîvanan li navçeya Turkelî ya Sînopê avêtibû behrê.
ÎHAya ku li ser perên wê "TAI-TURNA" û li ser gewdeyê wê "TURNA-G038" dinivisî radestê Fermandariya Ewlehiyê ya Behrê ya Îneboliyê kirin.
Serokê Kooperatîfa Hilberên Avî yê Turkeliyê Cevat Kaya, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Hevalên masîvan gotin ku me ji behrê tiştek derxistiye. Me çû dît. Gava em lê hay bûn ku wesayiteke hewayî ya bêmirov e, me Fermendariya Ewlehiya Peravê agahdar kir. Ji Îneboliyê hatin û teslîm girtin."
-Modela ÎHAyê TÛRNA ye
Di malpera TAI-TUSAŞê de ÎHAya modela wê TÛRNA wiha tê nasandin: "Di sala 1995an de, Hêzên Çekdar ên Tirk di çarçoveya Projeya Lêkolîn û Pêşvebirinê de (Ar-Ge) dest bi çêkirina ÎHAyan kir. Balafir li gor pêdivî û daxwazên bikiran dikarin bên çêkirin. ÎHA bi lez, kalîte, modulerîte, sîmulekirina fuze û balafirên dijminan û erzaniya xwe ve xwedî cihekî taybet e."
TÛRNAyên ku di sala 2001an de, di envanterên Fermandariya Hêzên Bejayî û Hêzên Hewayî de cih girtin, di perwerdekirina yekîneyên parastinê yên hewayî de tên bikaranîn.