Rêbejaya Sêwas-Meletiyê ji ber barîna berfa zêde hat girtin.
Li bajêr berfa ku tesîra xwe didomîne, di trafîqê da dibe sedema astengiyan.
Ji ber berfa zêde û bagerê rêbejaya Sêwas-Meletiyê ji herdu aliyan va jî hat girtin.
Wesayîtên ku ber bi îstiqameta Meletiyê diçin li navçeya Kangalê, yên ber bi îstiqameta Sêwasê jî diçin li Hekîmhanê ji hêla polêsên trafîqê tên rawestandin.
Ekîbên rêbejayê xebatên xwe yên vekirina rê didomînin.
- Li Adiyemanê ji ber berfê rêya 13 gund û 103 mezreyan hat girtin
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, li bajêr ji ber barîna berfê ya ku ji şev vir va tesîra xwe didomîne, rê hatin girtin û ekîb jî xebatên vekirina rêyan didomînin.
Ji ber barîna berfê li navenda Adiyemanê 15, li Besniyê 2, li Çelikhanê 4, li Gergerê 73, li Kahtayê 9, li Sincikê 13 cîwar rêya wan hat girtin.
Serokê Meclisa Giştî ya Parêzgehê Mehmet Can Erdogan diyar kir ku li tevahiya parêzgehê xebatên vekirina rêyên gund û mezreyan didomin û dewam kir:
"Li Tevahiya Adiyemanê 452 gund û 513 mezreyên me hene. Ekîbên me bênavber dixebitin. Niha rêya 13 gund û 103 mezreyan girtî ye."
-Li Sêwasê ji ber berfê rêya 594 gundan hat girtin
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, li tevahiya parêzgehê rêya 594 gundan girtî ye.
Ekîb xebatên vekirina rêyan didomînin.
Di vekirina rêyan da ekîb pêşaniyê didin rewşên wekî nexweşî, jidayikbûn û mirinê.
-Li Bîngol, Elezîz û Şirnexê ji ber berf û bagerê rêya 66 cî û waran hat girtin.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajarê Bîngolê hat hildan, rêya 4 gundên ser navendê, ji navçeyan rêya gundekî Adakliyê, 13 gundên Gencê, gundekî Kanîreşê û gundekî Solxanê hat girtin.
Li bajêr berf dibare û li navçeya Kanîreşê jî xort û zarokan xwe di kuçe û kolanan da şiqitand.
Welatiyekî bi taximên xwe yên xweşiqitandinê va xwe li ser kolanê şiqitand.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Elezîzê hat hildan, berfê rêya 9 gundên ser navendê, 11 gundên navçeya Baskîlê, 7 gundên Madenê, gundekî Qereqoçanê, 2 gundên Kebanê, gundekî Kovancilarê, 2 gundên Paluyê û 11 gundên Sîvrîceyê girt.
Li Beytuşebaba navçeya Şirnexê jî berfê rêya 2 gundan girt.
Ji bo vekirina rêyan ekîb bê navber dixebitin.
- Rêbeja Şanliurfa-Diyarbekirê ji ber berfê ji hatûçûnê re hat girtin
Ji ber bahoza li Sêwrega navçeya Şanliurfayê, rêbeja Şanliurfa-Diyarbekirê ji hatûçûnê re hat girtin.
Berfa ku la bajêr bandora xwe didomîne li hinek deveran dibe rêgirê hatûçûnê.
Ji ber zêdebarîna berfê û bahozê rêbeja Şanliurfa-Diyarbekirê ji 20 kîlometroyan ji Sêwregê wêdetir, ji herdu aliyan ve ji hatûçûnê re hat girtin.
Li wê devera ku mesafeya dîtinê gelekî kêm e têkoşana dijî berfê berdewam e.
- Rêbejên Diyarbekir-Bîngolê û Sêwreg-Adiyamanê di çarçoveya xebata paqijkirina berfê de ji hatûçûnê re hatin girtin
Rêveberiya Giştî ya Rêbejan (KGM) ragihand ku rêbejên Diyarbekir-Bîngolê û Sêwreg-Adiyamanê di çarçoveya xebata paqijkirina berfê de ji hatûçûnê re hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya KGMê ji saet 19.00ê şûnda, derbarê xebata di çarçoveya paqijkirina berfê de agahî hatin dayin.
Li gorî wê rêbeja Diyarbekir-Bîngolê û ya Sêwreg-Adiyamanê ji hatûçûnê re hatin girtin.
Herwiha hatibû ragihandin ku 21-42yamîn kîlometroya rêbeja rêbeja Bîngol-Diyarbekirê ji ber berf û bahoza zêde ji hatûçûna TIRan re hat girtin.
- Rêbeja Bîngol-Erzurumê hatûçûna TIRan re hat girtin
Rêbeja Bîngol-Erzurumê ji ber bahoz û berfê ji hatûçûna TIRan re hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê li 0-89emîn kîlometroya rêbeja Bîngol-Erzurumê berf û bahozeke zêde bi bandor e.
Ji ber vê yekê li ser wê navbera rêya navborî dê îzna hatûçûna TIRan neyê dayin.