22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahir Unal beşdarî Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bû. Unal pirsên rojnamevanan bersivand û der barê rojevê de axivî.
Unal der barê operasyonên li hember rêxistina terorê de wiha got: "Heta ku ev xendek ji holê rabin, ewlehiya welatiyên me bê parastin, pergala kamuyê pêk bê helbet çi berpirsyarî dikeve li ser milê dewletê, ew ê bike."
Unal wiha axivî: "Niha di destê we de şaredariyên ku bi rayên welatiyan ve hatine hilbijartin hene? Hene. Parlementerên we hene? Hene. Hûn di Parlementoyê de tên temsîlkirin? Belê hûn tên têmsîlkirin. Hikûmeteke ku li hember van pirsgirêkan hesas tevdigere heye? Heye. Niha ev hemû tişt hene û welatî vê pirsê dipirsin: "Çima tundî, çima çek, çima xendek, çima mayin? Çima ez nikarim bi rehetî ji mala xwe derkevim û herim karê xwe? Çima zarokên min birehetî nikarin herin dibistanê? Çima dibistan tên şewitandin? Çima êrîşî ambulansan dikin? Çima nexweşxane tên şewitandin?" Her tişt li ber çavê welatiyan diqewime. Rêxistina terorê dît ku piştgiriya welatiyan tune û ji ber vê tirs ketiye dilê wan."
Wezîr Unal got ku Selahattîn Demirtaş ne li gor xwe li gor telîmatên KCKyê tevdigere û wiha got: "Ma îradeyeke Selahattîn Demirtaş heye? Îradeya Selahattîn Demirtaş tune. Siyaseteke ku komîserên KCKyê namzetiyê diyar dikin li holê heye. Mirovên me yên li herêmê jî vê dizane. Lê mirovên me yên li herêmê, li hember her tiştî hewl dide ku xwe bi Tirkiyeyê re girêde. Li hember tundiyê, terorê bi eşkere tevdigere."
Unal behsa xendekan û bûyerên dawîn kir û got ku Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê ji wî re telefon kiriye û wiha dewam kir: "Şaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê li min geriya. Di navbera me da axaftineke wek gotina wê derbas nebû, di navbera me da axaftineke kubar derbas bû û ji min ra qala tiştên ku jê aciz dibe kir. Ji min ra got ku wek şaredar ji vê rewşê aciz e. Min jî jê ra got 'Di vê mijarê da însiyatîfê hildin. Li dijî kesên ku hendekan vedidin, Diyarbekirê terorîze dikin û welat dixin rêyeke tundiyê, însiyatîfê hildin. Jixwe em ê ji bo ewlehiya welatiyên me yên li wê derê tevdîran bigrin."
Unal got ku bûyerên terorê, qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê tesîreke nebaş li ser turîzmê dike û wiha axivî: "Divê em bilez bazara xwe cur be cur bikin. Bi taybetî jî em naxwazin Antalya bi tenê girêdayî turîzma rûsan bimîne. Di dawîya dawîn de ev qeyranê biqede, ev pêvajoyê bi dawî bibe. Helbet em naxwazin bazara Rûsyayê ji destê me here. Ji ber vê em tevdîrên xwe dibînin."