20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
HAKARÎ
Li Hekariyê mensûbê rêxistinê yê xwest ku bi wesayîta xwe ya bombebarkirî ve ji noqteya kontrolê ya cendirmeyan derbas bibe, hat ferqkirin. Li ser vê wî jî wesayît teqand.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Dûrankayayê dema dewriyeyê de şik birin ser wesayîtekê û xwestin ku bidin sekinandin.
Lêbelê bi hişyariya "raweste" ya hêzên ewlekariyê ve wesayît nesekinî. Hêzên ewlekariyê jî ji bo ku wesayît bisekine xefk avêtin ser rê.
Ajotvanê mensûbê rêxistina terorê PKKyê yê ku fêm kir nikare bireve, wesayît teqand.
Walîtiyê daxuyand ku li gorî encama lêkolînê ew wisa dinirxînin ku di wesayîtê de 1,5-2 ton teqemenî hebû.
Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.