08 Adar 2016•Rojanekirin: 08 Adar 2016
KOCAELÎ
Li Darica û Dîlovasiya navçeyên Kocaeliyê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da 12 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bi beşdarbûna nêzîkî 300 polîsî va li navçeya Darica û Dîlovasiyê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyon li dar xistin.
Hêzên ewlekariyê ber destê sibê di heman demê da avêtin ser gelek adresên ku berê da hatibûn kifşkirin û 12 berşik binçav kirin.
Ji xeynî vê eşkere bû ku operasyon birin ser mala Serokê Navçeya Dîlovasiyê ya HDPyê Kamuran Onay jî lê Onay li mala xwe nehat dîtin.
Li ber avahiyên emniyetê yên navçeyên ku operasyon lê hatin kirin, gelek tevdîrên ewlekariyê hatin hildan.