MÛŞ
Li Mûşê sermayê dest pê kir, welatî ji bo ku zivistanê xwe pê germ bikin ardû berhev dikin û dikirin.
Li Mûşê zivistan zehf sar derbas dibe û ji ber vê welatî ji bo zivistanê xwe pê germ bikin dest bi berhevkirin û kirîna ardû kirin. Komir û dar zehf biha û ne ji bo vê jî welatî di kirîna ardû de tengasiyê dikişînin.
Bulent Kaspakê ku dar û komirê difroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hatina sermayê re welatiyan dest bi kirîna ardû kir.
Kaspak diyar kir ku li daristanê birîna daran qedexe ye û ji ber vê jî di anîna daran de tengasiyê dikişînin û wiha axivî:
"Sala par zivistan zehf sar derbas bû û ji bo vê jî em li hêviyêne ku îsal zêdetir ardû bê firotin. Li gor sala par îsal di bihayê dar û komirê de guherîneke zêde çênebû. Tona darên ku hatin şikestin ji 450 lîreyî, tona komirê jî ji 550 lîreyî dest pê dike. Lê belê aboriya welatiyan baş nîne û ji ber vê jî nikarin ji xwe re ardû bikirin. Mimkûn nîne ku meriv bê ardû li Mûşê zivistanê derbas bike. Zivistanê hewcedariya herî girîng ardû ye. Malbateke ku di odeyeke xwe de sobeyê vêdixe divê tonek dar û komir bikire. Bihayê tonek dar û tonek komir xwe digihîne 3 hezar lîreyî û welatî jî nikarin vî pereyî bidin û di tengasiyê de dimînin.