VAN
Di şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de kesek mir û yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan malbatên Ondîl û Tomay ê ku berê jî pevçûbûn li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîna herêmê ya Vanê hatin hemberî hev û pevçûn.
Her du malbat bi dar, kevir û tivinga nêçîre ve şer kirin û ji malbata Tomay kesekî ku hêj navê wî diyar nebûye mir. yek jê giran 4 kes jî ji her du malbatan birîndar bûn.
Xizmên kesê ku di bûyerê de mir servîsa bi lez a nexweşxaneyê tevlihev kirin û polêsan bi xaza îsotê mudaxaleyî komê kir.
Der barê bûyerê de jêpirsîn didome.