Şirketên sotemeniyê belav dikin, bihayê lîtreya mazotê 10 quriş zêde kirin.
Li Enqereyê mazota ku lîtreya wê bi 3,71-3,72 lîreyî dihat firotin biha bû û bihayê lîtreyê derket 3,89-3,90 lîreyî.
Lîtreya mazotê li Stenbolê jî beriya zemê bi 3,71-3,72 lîreyî dihat firotin û piştî ku 10 quriş zem hat ser mazotê niha lîtreya wê bi 3,81 lîreyî dê bê firotin.
Şêniyên Îzmirê jî lîtreya mazotê bi 3,72-3,73 lîreyî dikirîn lê bi zemê ve ew ê jî êdî lîtreya mazotê bi 3,82-3,83 lîreyî bikirin.
Bihayê ku saziyên belavkirina sotemeniyê eşkere dikin, ji ber reqabet û serbestiyê di nav sazî û bajaran de hinekî ferq dike.