ANKARA
Rojnamevan û nivîskar Ugur Mumcu li ber mala xwe ya ku lê rastî suîqestê hatibû bi merasimekê hat bîranîn.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Cîgirê Serokê Koma CHPê Akif Hamzaçebî, Alîkarê Serokê CHPê Bulent Tezcan, Denîz Baykal û hîn parlementerên CHPê jî beşdarî merasimê bûn.
Kiliçdaroglu li mala Mumcu bi jina wî Guldal Mumcu û keçika wî Ozge Mumcu re hevdîtin pêk anî û daxuyanî da rojnamevanan.
Kiliçdaroglu wiha got: "Ugur Mumcu 21 sal berê qetîl kirin, lê hê jî kujerên wî nehatin dîtin. 21 sal berê Ugur Mumcu rojên me yên îro dît û ji me re got. Em Mumcu her wext birêz bi bîr tînin.
Piştî daxuyaniyan Kiliçdaroglu, Baykal û malbata Mumcu çeleng danîn abîdeya bûyerên kiryar nediyar.