VAN
Ji welatên cûr bi cûr 50 muxtarên jin, ji bo dîtina xweşikahiyên Vanê û dîtina gelê Wanê li bajêr civiyan.
Muxtarên jin ku bi piştgirîdayina Şaredariya Vanê hatin, ji hêla Cîgira Şaredarê Vanê Ayşe Harmanci ve hatin pêşwazîkirin. Muxtaran, li perava Gola Vanê gelek wêne kişandin û diyar kirin ku Van bajarekî wisa ye divê ji bo turîzmê baş were nasandin.
Cîgira Şaredarê Vanê Ayşe Harmanciyê, diyar jir ku ji mêvankirina muxtarên jin gelekî kêfxweş in û ev serdan dê bibe sedema guherîna pêşdarazên rojavayîyan ên der barê herêmê de. Harmanciyê, wiha dewam kir: "Em dizanin ku muxtarên jin, dilsoziya ku li vir dîtin dê li welatên xwe vebêjin. Piştî vê yekê dê ne pêşdarazên rojava hebin ne jî yên rojhilat. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya biratiyê bidome. Em jin û dayik, qet naxwazin ku ciwan bimirin. Heke aştî were dê bi hewldana jin û dayikan were. Em hêvî dikin ku hemû kes piştevaniya vê yekê bike."
Seroka Komeleya Muxtarên Jin Serpîl Erenogluyê, diyar kir ku di navbera rojhilat û rojava de cudayî tuneye û dibe ku awayên jiyanê û raman ji hev cuda bin lê hemû welatî li Tirkiyê wek perçeyekî ne.
Erenogluyê, da zanîn ku berê ji ber bûyerên dilsoj nehatine Wanê û wiha pê de çû: "Em hemû piştewaniya aştiyê dikin. Em him ji bo parvekirina janên erdhejê him jî ji bo dîtina gelê Wanê hatin vir. Em hatin ku dil bidin dilê Vaniyan."
Muxtara taxa Cumhuriyetê Leyla Tanritanir, jî got ku ev bernameyên wiha dê rojhilatî û rojavayiyan bêhtir nêzîkî hev bike.
Muxtarên jin, dê du rojan li Vanê li warên turîstîk bigerin û bi welatiyan re werin bal hev.