04 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
LONDRA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya vekirinê ya di Konferansa Londonê da got, "Îro 2 dijminê mirovahiyê hene; rejima Esed û terorîzma DAEŞê. Pêwîst e dijî sûcdarên cengê em li tenişta hevdu bin."
Serokwezîr Davutoglu behsa penaberên ku ji ber êrîşên dijî Helebê hatine Tirkiyeyê kir û got, "Ji ber êrîşên hewayî yên li Helebê 10 hezar penaberên nû li ber deriyê Kilîsê sekinîne. 60-70 hezar kesên ku li kampên li bakurê Helebê dimînin ber bi Tirkiyeyê va tên."
"Me ji bo sûriyeyiyên di kampan da 10 milyar dolar xerc kir"
Davutoglu anî ziman ku ji bo sûriyeyiyên li kampan 10 milyar dolar hatiye xerckirin û got, "Bi tenê ji bo penaberên sûrî yên ku li kampan dimînin me 10 milyar dolar xerc kir. Ji bo bajarên din gelek hesab û kitab tên kirin. Qasî 20 milyar dolarî mesrefa ekstra, maliyeta civakî û aborî heye."
"Êrîşên rejimê yên li dijî sivîlan didomin"
Serokwezîr balkişand ser sekinandina Muzakereyên Sûriyeyê yên li Cenevreyê û wiha pê da çû, "Hevdîtinên li Cenevreyê yên ewil mixabin qediyan. Çima? Lewra dema ku rejim diçû Cenevreyê, li Heleb û Lazqiyeyê êrîşên xwe yên li dijî sivîl, nexweşxane û dibistanan berdewam kir."