BRUKSEL (AA) - Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Ewlekarî û Karên Dervê yê Yekitîya Ewropayê (YE) Catherîne Ashtonê diyar kir ku YE dixwaze ku bi rayedarên Misrê re bixebite.
Ashtonê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku YE Serokomarê Misrê Ebdilfettah es-Sîsî pîroz dike û pêbawar e ku serokomarê nû yê astengên li pêşiya welêt dê çareser bike.
Ashtonê ragihand ku hilbijartinên serokomariyê yên Misrê ji bo derbasbûna demokrasiyê gelekî girîng in û YE dixwaze ku bi rayedarên Misrê re bixebite.
Ashtonê destnîşan kir ku Misyona Çavdêriya Hilbijartinan a YEyê di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihandiye ku hilbijartin bi pergal û aştiyê ve derbas bûye lê belê der barê azadiyên civîn û îfadeyan de hin fikarên wan hene.
Ashtonê nîşan da ku der barê endamên civaka sivîl ên aştiyane, muxalefeta siyasî û çalakvanan de fikarên YEyê hene û YE bangî rayedarên Misrê dike ku bira li ser cezayê îdamê yê ku dane muxalifan careke din bifikire.
Ashtonê diyar kir ku YE ji bo ku piştevaniyê bide Misrê amade ye.