02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
HELEB / ANKARA
Korîdora navbera Heleba wilayeta Sûriyeyê û Tirkiyeyê di kontrola mixalifan da ye û li vê derê êrîşên Rûsya, PYD û DAEŞê zêde bûn. Piştî ku Rûsyayê li mixalifan da, DAEŞ nêzîkî navçeya Azezê bû.
Piştî ku balafira ûris a ku sehaya hewaya Tirkiyeyê îxlal kir û hat daxistin, Rûsya piştgiriyê dide PYD û DAEŞa rêxistina terorê ku korîdora navbera sînorê Tirkiyeyê û Helebê bigre.
Li gor agahiya ku çavkaniyên herêmî hatin stendin, DAEŞê îro bi piştgiriya Rûsyayê ji Soranê hereket kir û gundê Kafra û Carîza ku di destê mixalifan da bû, bi dest xistin.
Hat gotin, 5 kîlomêtre ma ku DAEŞ bigihêje Azezê û di navbera mixalif û DAEŞê da pevçûn dewam dikin.
Çavkaniyên herêmî yên li Helebê jî ragihand ku, balafirên şer ên ûris li bakurê Helebê êrîşî gundê Kel Cibrînê, rêya Karm Turab û Kastelloyê û li başûrê bajêr, cihê ku di destê mixalifan da ne kir. Ew der di navbera PYD û mixalifan da wek sînor e.
Rûsyayê duh jî êrîşî gundê Teneb, Kaştear, Malikiye, Faysal û Matnatê kiribû.
PYD li Cerablûsê bi DAEŞê re şer dike
PYDya ku niha Efrîn û Kobanêyê di bin kontrola wê de ye hefteya borî bi piştgiriya ûris ve ji her du aliyan ve dest bi tevgerê kir û ji aliyekî ve êrîş bir ser eniyên Azezê yên di destê muxalifan de û li aliyê din jî ji bo ku derbasî rojavayê Firatê bibe li Cerablûsê jî bi DAEŞê re şer dike.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan herêma di navbera Cerablûs û Mumbîçê de di nav 3 rojan de ji hêla ûris ve 15 caran hat bombekirin.
Ji hefteya borî vir ve bajarokên Deyr Cemal, Meryemeyn, Malikiye û Ziyarayê ji aliyekî ve rastî bombebarandina balafirên şer ên ûris tên û ji aliyê din ve jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ku pêşengê wan YPGya hêza eskerî ya PYDê ye êrîşî wan deran dikin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gundên Teneb û Keşteara li bakurê Helebê ne piştî şerê di navbera muxalifên nerm û PYDê de ketin bin kontrola muxalifan.
Balafirên şer ên ûris hefteya borî du caran bombe barandin ser tirên ku ber bi deriyê sînor ê Babûs Selamê ve diçûn û alîkariya mirovahî tê de bûn, di êrîşan de tir şewitîn û hin sivîl jî mirin.