01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 02 Mijdar 2015
ANKARA
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu got ku "Ev hilbijartin ji bo demokrasiya me, ji bo Komara me, ji bo zarokên me, ji bo dahatûya me hilbijartinên gelekî girîng in. Em hatin me dengê xwe da, bi xêr be."
Kiliçdaroglu ji ber ku ji bo Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 26emîn dengê xwe bide saet 13.00an de hat Dibistana Arjantînê ya Çukurambarê.
Kiliçdaroglu dema ket dibistanê welatiyan çepik lê xistin. Kiliçdaroglu dengê xwe bi xanima xwe Selvî Kiliçdaroglu û kurê xwe Kerem Kiliçdaroglu re di sindoqa 4137 da.
Kiliçdaroglu piştî ku dengê xwe da daxuyanî da rojnamevanan û got ku "Ev hilbijartin ji bo demokrasiya me, ji bo Komara me, ji bo zarokên me, ji bo dahatûya me hilbijartinên gelekî girîng in. Em hatin me dengê xwe da, bi xêr be."
Kiliçdaroglu li ser pirsa der barê operasyonên ser DAEŞê û têkoşîna bi terorê re de wiha axivî:
"Hêj hûrgulî nehatin lê ez dikarim vê bibêjime we: Em hemû bûyeran ji nêz ve dişopînin. Me li her derê got ku em dijî terorê ne, ji kî tê bila bê em dijî terorê ne, armanca wê çi dibe bila bibe em dijî terorê ne. Em li vî welatî aramî û gumrahiyê dixwazin. Em dixwazin ku vî welatî di nav biratiyê de bijîn. Ev welêt welatê me hemûyan e û em dixwazin ku vî welatî em hemû di nav aştî, aramî û biratiyê de bijîn."
Kiliçdaroglu piştî ku dengê xwe da bi xanima xwe Selvî Kiliçdaroglu re Rawestgeha Teksiyan a Çukurambarê ziyaret kir. Kiliçdaroglu bi ajokarên teksiyan re sohbet kir û bi wan re çay vexwar.