Li santrala ku par li ser pişta girên bilind ên bakûrê navçeyê hat avakirin hilberînên ceribandinê qediyan. Vejena ku ji 11 turbînan tê hilberîn didin şebekeya ceyranê.
Mudirê santralê Zeynel Palta daxuyanî da Anadolu Agencyê û destnîşan kir ku ev proje li Herêma Başûrê Rojhilatê yekemîn projeya vejena ceyranê ye ku lîsansa xwe ji Lijneya Verastkirina Piyaseya Vejenê stend.
Palta bal kişand ku piştgiriya dewletê ya ji bo vejena ku dikare xwe nû bike van salên dawîn zêde bû û wiha domand: "Ev herêm ji bo hilberîna ceyranê gelekî sûdwer e. Piştî pîvandin û ceribandinên qasî 3 salan me ji 11 turbînan dest bi hilberîna ceyranê kir."
Ji hêla din Palta diyar kir ku ew gelekî kêfxweş in ku li herêmê cara ewil wan projeyeke wiha amade kir û kir xizmeta gel.