Nihat Kavşut
2019 ж. 15 ақпан•Rojanekirin: 2019 ж. 16 ақпан
ANKARA
Di meha rêbendanê da qezenca budçeya rêvebiriya navendî 97 milyar lire û mesref jî 91,9 milyar lire hat hesabkirin.
Wezareta Xezîne û Darayiyê encamên sepana budçeyê ya Rêbenda 2019an eşkere kir.
Gorî encaman gorî heman meha sala par di rêbendanê da qezenca budçeyê 66,6 zêde bû û bû 97 milyar lire û mesrefên budçeyê jî ji sedî 62,5 zêde bû û bû 91,9 milyar lire.
Wek mayîn budçeya rêvebiriya navendî di rêbendanê da 5,1 milyar lire nehat xerckirin û zêdebûna xeynî faîzê jî 12,4 milyar lire bû.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak li ser hesabê xwe yê Twitterê encamên budçeyê nirxand û wiha got: "Di meha rêbendanê da me zêdebariya budçeyê, dahatên budçeyê û qezenca dervayî faîzê bi rêjeyeke mezin zêde kir."
Berat Albayrak der barê daneyên budçeyê da diyar kir hemû encam helwesta wan ya zexm ya di warê disiplîna budçeyê da nîşan didin.