Türkan Tosun
20 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê hosteyekî zêr û zeberan çêdike çav da kevirên ku ji navenda Gobeklîtepeya dîrokî hatine derxistin û wek van kevirên ku şiklê wan dişibe tîpa "T" yê gerdeniyan çêdike.
Gobeklîtepeya ku 18 kilometre dûrî navenda bajêr e cara ewil di sala 1963an de li taxa Orencîkê hatibû dîtin. Lêkolînerên ji zanîngeha Stenbol û Chîcagoyê li vir xebat kiribun û ev 54 sal in hê jî xebat dewam dikin.
Berhemên ku ji vir tên derxistin ji bo Nîhat Yildirimê (36) hosteyê zêr û zeberan e jî bûn mînak.
Yildirim çav da kevirên ku şiklê wan dişibe tîpa "T" yê û ji navenda Gobeklîtepeyê hatine derxistin û wek şiklê van kevîran gerdeniyên kerîbar çêdike.
Yildirim ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku 25 salin ku ew zêr û zeberan çêdike.
Yildirim got ew zêdetir sembolên herêmê çedike û wîha axivî: "Li vir Gobeklîtepeya ku dîroka digîhîje 12 hezar salan heye. Di salên dawîn de ev der bêtîr tê naskirin. Min jî xwest ku ez berhemên xwe bi Şanliurfayê re girêbidim û min tîştekî wîha çekir. Ez zêr û zeberên ku çêdikim li Muzeya Şanliurfayê didim pêşandan. Înşallah emê gerdeniyên ku şiklê wan ji Gobeklîtepeyê tên pêşkeşî turîstan bikin. Armanca me nasandina bajara me ye û muşteriyên xwe kêfxweşkîrîn e."