06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 07 Mijdar 2015
ŞANLIURFA
Endamekî rêxistina terorê yê ku ji ber bûyera li Ceylanpinarê di mala wan da cangorîkirina 2 polêsan hatibû binçavkirin hat girtin.
Li gorî agahiyên ku hatin sitandin, xabata ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr a ku piştî Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê polês ên ku 22yê tîrmehê li malê hatibûn kuştin dewam dike.
Hat tesbîtkirin ku Huseyîn A.yê endamê YDG-Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê di bûyerê da alîkarî daye kiryaran û ji wan ra cî dîtiye û piştî bûyerê jî reviye Qiziltepeya navçeya Mêrdînê. Huseyîn A. li Qiziltepeyê hat girtin.
Huseyîn A. derxistin mihkemeyê û dadgeran der heqê wî da bi hinceta "kuştina xebatkarê dewletê" biryara girtinê da.
Hat ragihandin ku hetanî nika di çarçoveya bûyerê da 6 kes hatin girtin û lêpirsîn dewam dike.
Endamên PKKya rêxistina cihêxwaz di 22yê tîrmehê da li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê Feyyaz Yumuşak û Okan Acarê ku li Midûriyeta Ewlekariya navçeyê wezîfe dikirin di mala wan da cangorî kiribûn.