Sevim Hatun
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara xwe ya der barê peymana bi Îranê re wê sibê bidin.
Ji misteşarên Wezareta Karên Derva yê Amerîkayê Steve Goldstein, der barê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê.
Goldstein ji bo peymana nukleerê ya di sala 2015an de bi Îranê re hat îmzekirin dewam bike an na got: "Em li bendê ne, wê roja înê biryar were dayin. Nîqaşên li ser mijarê dewam dikin."
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tîllerson di hevpeyvîna ku da ajansa xeberan APyê de gotibû: "An em ê peymanê verast bikin an jî betal bikin."