SILÊMANÎ
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî çû seredana Serokomarê Iraqê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talabanî.
Barzanî digel lijneya li bal xwe çû seredana Talabaniyê ku piştî tedawiya xwe ya li Almanyayê vegeriya Iraqê. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî, li mala Talabanî ya li Silêmaniyê pêk hat û 20 deqîqe kişand.
Serokê Tevgera Goranê Noşirvan Mistefa jî çû seredana Talabanî.
Li paytext Bexdayê di 17ê berfanbara 2012an de xûn çûbû ser mêjiyê Celal Talabanî û di 22yê berfanbarê de bi balafirambulansê sewqî Berlîna Almanyayê kiribûn. Talabanî piştî tedawiyê, hefteya borî roja şemiyê vegeriyabû Iraqê.