ANKARA
YEyê jî pakêta demokratîkbûnê ya ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir weke tiştekî erênî nirxand.
Peter Stanoyê ku Berdevkê Endamê Berpirsyarê Mezinbûna Komîsyona YEyê Stefan Fûle ye, diyar kir ku wan axaftina Erdogan bi baldarî guhdar kir.
Stano diyar kir ku pakêt ji bilî tirkî pêşiya bikaranîna hin zimanên din vedike, hin mafan dide kêmnetewan û gelek tiştên din jî diguherîne û got ji bo van jî hêviyê dide mirov.
Stano got ku di pakêtê de der barê benda hilbijartinê û alikariya dewletê ya ji bo partiyên siyasî de jî guherîn henin û bi saya van guherînan dê gel bandora xwe zêdetir bide ser demokrasiyê. Stano diyar kir ku qanûna parêziya daneyên şexsî jî dê di qadên cuda de pêwendiyên Tirkiyê û YEyê hêsantir bike.
Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Rîa Oomen-Ruîjten jî diyar kir ku pakêt ji bo mafên kêmneteweyan û der barê reforma benda hilbijartinê pêşnûmayên erênî di xwe de dihewîne, ew dê bişopînin ku ka ev dê çawa bikevin rewacê.
Rîa Oomen-Ruîjten di daxuyaniya xwe de wiha got: "Wekî ku Serokwezîr Erdogan got bi tenê ev pakêt pirsgirêkên Tirkiyê çareser nake, bila tu kes li benda hêviyeke wisa nebe."