ERBİL
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyeyê (KNŞMS) Ahmet Carba qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya serokatiya HKIyê hat gotin ku Barzanî û Carba li ser meseleyên dawîn ên ku li Iraq û Sûriyeyê diqewimin sekinîne.
Carba di hevdîtina xwe ya bi Barzanî re de bal kişand ser şerê Sûriyeyê û gelê ku ji ber êrîşên endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xwe spartine HKIyê û diyar kir ku vê yekê barê Herêma Kurd girantir kiriye. Carba ji Barzanî re ji bo ku alîkariyê dide penaberên Sûriyeyî û Iraqiyan spas kir.
Barzanî jî da zanîn ku niha li HKIyê ji 250 hezarî zêdetir penaberên sûriyeyî hene, hejmara iraqiyên ku diezimînin jî ji 300 hezarî zêdetir e. Barzanî destnîşan kir ku ew ji bo alîkariya mirovahî çi hewce be dikin û heke ji bo sûriyeyî û iraqiyên ku li HKIyê ne alîkariyên navneteweyî bên kirin jî ew bi vê yekê razî ne.
Serokê KNŞMSê Carba di 20ê çileya pêşîn a 2013an de hatibû Hewlêrê û li HKIyê kampên ku penaberên sûriyî lê diman ziyaret kiribûn.