Li Şanliûrfayê komekê birîna ceyrana gund protesto kir û zirar da 2 wesayît û holika ewlehiyê ya li ber navenda trafoyê.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Gundê Yardimciya ku 40 kîlometre dûrî navendê ye, komeke ku ji 100 kesan pêk tê û îdia dikin ku li gund her dem ceyran tê birîn, li ber navenda trafoya gund agir berdanê û li dora agir kom bûn.
Komê pêşî li rêya li ber trafoyê êzing û lastîk şewitandin û her wiha hatûçû rawestya. Komê piştre camên holika ewlehiyê ya li ber navenda trafoyê şikênandin, agir bi du wesayîtên di baxçê de xistin û piştre ji wir çûn.
Tîmên agirkuj hatin cihê bûyerê û agir vemirandin.
Tîmên jendirmeyan li der û dora gund bergirî girtin.