HEWLÊR (AA) - HÊMIN BABAN
Sekreterê Giştî û Berdevkê Resmî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer, diyar kir ku Emrîkayê biryar daye Pêşmerge bi çekên sivik û giran pirçek bike û got: "Di bernameya Emrîkayê de heye ku sala 2018an jî bi heman şêweyî 2 lîwayên din ên Pêşmerge wisa pirçek bike. Lewra Emrîkayê di çarçoveya Hêzên Iraqê de 200 milyon dolar ji bo Pêşmerge veqetandiye. Wek din 100 milyon dolarî jî ji bo 2 lîwanên dîtir amade dike. Herwiha 200 milyon dolar jî ji bo amûrên berdest veqetandiye. Ev arîkarî ji xeynî 415 milyon dolarê ji bo meaşê Pêşmerge ye.
Yawer, di dîdareke taybet de li ser şerê li dijî DEAŞê yê ku dewam dike, operasyona rizgarkirina Mûsilê, pêşeroja Iraqê û rewşa dawîn a Herêma Kurdistanê daxuyanî da peyamnêrê Ajansa Anadoluyê.
- "Di bernameya Emrîkayê de heye ku sala 2018an Pêşmerge wisa pirçek bike"
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Yawer, li ser arîkariyên Emrîkayê di warê eskerî û darayî de wiha agahî dan:
"Rêveberiya Emrîkayê biryar daye ku du lîwayên Pêşmerge bi çekên sivik û giran ên Emrîkayê pirçek bike. Wek din hemû amûrên guhastinê yên zirpoşan wek HMV, MRAP ku di şer de bi kar tên bide pêşmerge. Ew hêz, Lîwaya Yekê û Lîwaya Duyê li Kerkûk in û perwerdeya wan temam bû. Çekên xwe wergirtin. Herdu jî li bereyên şer li Kerkûkê ne. Yek li Başûr yek jî li Rojavayê Kerkûkê ne. Jimareya wan digihê 5 hezar Pêşmergeyan. Hemû hewcehiyên van ji cilûbergan heta perwerdeyê, dayîna çekan û amûran û tiştên din li xwe digire."
Yawer, bal kişand ser wê yekê ku Emrîkayê dê van arîkariyên xwe di sala 2018an de jî berdewam bike û wiha axivî:
"Di bernameya Emrîkayê de heye ku sala 2018an jî bi heman şêweyî 2 lîwayên din ên Pêşmerge wisa pirçek bike. Lewra Emrîkayê di çarçoveya Hêzên Iraqê de 200 milyon dolar ji bo Pêşmerge veqetandiye. Wek din 100 milyon dolarî jî ji bo 2 lîwanên dîtir amade dike. Herwiha 200 milyon dolar jî ji bo amûrên berdest veqetandiye. Ev arîkarî ji xeynî 415 milyon dolarê ji bo meaşê Pêşmerge ye."
- "Digel rizgarkirina Mûsilê DEAŞ xelas nabe
Li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê û qonaxa dawîn Yawer, nirxandina xwe wiha kir:
"Wek Wezareta Pêşmerge, me beşdarî li plana yekem a rizgarkirina Mûsilê kir. Lewra 2 plan hebûn. Yek jê ji bo rojhilat yek jî ji bo rojava. Me di plana rojhilatê Mûsilê û di şerkirinê de beşdarî kir. Herwiha me asayişa Artêşa Iraqê ku ji başûr ve hatin jî temîn kir. Hinek çûn Mexmûr, hinek ji Kerkûkê, hinek ji Hewlêrê di ser Xazirê re, hinek jî di ser Bendava Mûsilê re derbas bûn. Me agahiyên eskerî jî li ser tevgerên DEAŞê dan wan. Lewra dezgeha îstixbaratê û encumena asayişa me jî heye. Me di warê tenduristiyê de arîkariya wan kiriye. Me eskerên Iraqê birine Dihok û Hewlêrê û me ew derman kirine."
"Li gorî planê divê berî meha remezanê Mûsil bi temamî rizgar bibe. Lê belê digel rizgarkirina Mûsilê DEAŞ xelas nabe" piştî van derbirînan Yawer wiha pê de çû:
"Me rûpela yekem a plana xwe temam kir. Ew herêmên têkiliya wan bi me ve hebû wek Xazir, Başîk û aliyê Bendava Mûsilê temam bû. Me du rê vekirin. Yek jê ji aliyê Başîkê ve bû û ev diçû bo aliyê Gokçelî, ya din jî ji aliyê Xazirê bû ku diçû Hemam Elîl. Yek ji van deriyê rojhilat ê din jî yê rojava bû. Hêz ji vir çûn Eskergeha Xezlaniye û Firokexaneya Mûsilê."
Der barê cihên rizgarkirî û deverên mayî jî Yawer agahiyên wiha parve kirin:
"Heta niha li rojavayê Mûsilê ku wek plana duyem 19ê Sibata 2017an dest pê kir ji 38 taxan 32 jê hatine rizgarkirin, 6 mane. Ji ceynî navçeya Telafer, dorûberê wê, deverên Şengalê, navçeya Beacê û Hezerê."
Yawer, der heqê hêzên Emrîkayê de jî zanyariyên nû dan û wiha dewam kir:
"Bi qasî ku em dizanin Iraqê hêzên nû şandine û Emrîka jî piştgiriya wan dike. Ji bo xelkê sivil nebin qurban dixebitin. Herwiha operasyonên esmanî jî berdewam in. Li gor plana dawîn divê Mûsil berî remezanê bi temamî rizgar bibe. Bi texmîna min jî ev rast e. Lewra nêzîkî mehekê maye û ji bo vê gelekî hewl heye. Yanî heta meha 6ê DEAŞ li Mûsilê temam bibe, dê berî 3 salên wê biqedin ji bajêr were derxistin."
Di beşeke din a axaftina xwe de Yawer destnîşan kir ku derxistina DEAŞê li Mûsilê nayê maneya bidawîhatina wê û qenaeta xwe wiha anî ziman:
"Rizgarkirina Mûsilê bidawîhatina DEAŞê nîne. Hê li Iraqê navçeyên mezin di destê DEAŞê de mane. Li wîlayeta Enbarê Qaîm, Ane, deriyekî sînor û cihên din jî di destê wê de ne. Li gor agahiyên me hêzeke Emrîk ji bo binkeya eskerî Eyn El Esed ji destê DEAŞê rizgar bike hatiye. Ji xeynî wan li aliyê Kerkûkê Hewîce, Riyaz, Ebasiye, Reşad di destê wan de ne. Li Hemrînê baregaheke wan heye. Eger ev hemû jî werin rizgarkirin, DEAŞ wek fikir bi taybetî li dorûbera Herêma Kurdistanê her dimîne. Bi taybetî li Mûsil, Selaheddîn, Kerkûk û Enbarê. Loma divê şerê fikrî li hemberî wan were kirin."
Li ser guherandina şêwaza şer a DEAŞê jî Yawer wiha axivî:
"Li gor agahiyên me yên îstixbarî, herwiha yên Iraqê jî DEAŞ maweyek e hewl dide şêwaza şerê xwe biguherîne, ew jî wek El Qaîdeyê tevbigere. Yanî difikire wek grûb şer bike û êrişan pêk bîne. Eger bajêr di destê wê de nemînin, deşta Mûsilê, Enbar û aliyê Hemrînê fireh in. Kontrolkirina wan ne asan e. Loma ev şer heta 2-3 salan jî dewam dike, lê bi awayekî din."
Li gor agahiyên Yawer, serkirdeyê DEAŞê Ebûbekir Bexdadî di navbera çolên Sûriye û Iraqê de çûn û hatinê dike.
Der barê girtina Bexdadî de jî Yawer wiha agahî dan:
"Gelek serkirdeyên DEAŞê yên nêzîkî Bexdadî di êrişê de hatine kuştin. Karwanê Bexdadî pir nagere. Her carê wasiteya xwe diguherîne û çûnûhatinê dike. Dezgehên îstixbarî yên Kurdistanê jî çavdêriya vê yekê dikin. Carekê li nêzîkî Qaîmê lê xistin, birîndar bû. Hinek serkirdeyên wî jî hatin kuştin."