Sevim Hatun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku eskerên Îsraîlê avêt ser taxa Ebû Diysa dikeve aliyê Qudsa Rojhilata ku Îsraîllê ew dagirkiriye û di bûyeran de 10 filistînî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku Heyva Sor ya Filistînê belav kir, eskerên Îsraîlê avêt ser taxa Ebû Diysa li ser Qudsa Rojhilat, di navbera esker û ciwanên filistînî de şer derket, eskerên Îsraîlê 10 ciwanên filistînî birîndar kirin.
Li gor agahiyên ku şahidên bûyerê dan eskerên Îsraîlê wextê avêt ser taxê bombeyên deng û xazê bi kar anîn, bombeyeke xazê ket ser dikanekê, dikan şewitî lê di bûyerê de tu kes birîndar nebû.
Eskerên Îsraîlê car caran diavêjine ser taxa Ebû Diys û Ayzeriyyeyê. Wextê operasyonan di navbera hêzên Îsraîlê û ciwanên filistînî de şer çêdibe.