HEWLÊR
Hat ragihandin ku "berpirsê leşkerî yê Mûsilê" yê DAEŞê Ziyad Selîm Mihemed Elî el-Kurdî hat kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de hat destnîşankirin ku balafirên şer ên hevpeymanê yên di pêşîkêşiya DYAyê de duhê bişev li dijî Taxa Pureyê ya Mûsilê êrîşa asîmanî pêk anîn û di êrîşê de El-Kurdî hat kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku El-Kurdî yê ku li Mûsilê hatiye dinê di sala 2004an de bi El-Qaîdeyê re ketiye têkiliyê û piştî fermandariya Zûmmar, Keske, Bendava Mûsilê, Fîlfîl, Tîlkef, Bartîle, Guwer û Mexmûrê herî dawî "berpirsiyariya leşkerî ya Mûsilê" hildaye ser xwe û wiha hat berdewamkirin:
"Ev terorîstê ku destê wî di xwîna bi sedan kurd û welatiyên bêguneh de heye, bi şaxa Tevhîd û Cihadê ya El-Qaîdeyê re têkilî daniye. Di sala 2006an de ji aliyê hêzên hevpeymanê ve hatiye girtin û ji ber sûcê terorê şandine Girtîxaneya Bokayê. Piştî ku serbest tê berdan li Mûsilê dibe berpirsê koma ku çalakiyên terorê li dar dixe. Di heman demê de berpirsê bi dehan teqînên li Mûsilê ye jî."