Ferizat Kaya
19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya DYAyê Nikki Haleyê ragihand ku "referandûma serxwebûnê" ya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) plan dike ku di meha îlonê bike, wê Iraqê ji hedefên xwe yên sereke dûr bixe û ew ji ber vê meseleyê bifikarin.
Haleyê bi Nûnerê Iraqê yê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê Jan Kubis re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê daxuyaniya nivîskî bela kir.
Haleyê got ku ew ji bo daxwazên meşrû yên gelê Iraqê rêz digirin û wiha axivî: "Hemû cure referandûmên serxwebûnê, wê pêşî li hedefên sereke yên Iraqê yên wekî têkoşîna dijî DEAŞê, îstiqrara welêt bigire. Em ji ber vê yekê bigumanin."
Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî di 7ê Hezîranê de li parlamentoyê bi nûnarên partiyên siyasî re civîn kir û ragihand ku di 25ê Îlonê de wê "referandûma serxwebûnê" bikin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî jî duh di daxuyanîyekê da û ragihandibû ku Referandûm "nê li gorî qanûna bingehîn e" û got: "HKI, perçeyeke Iraqê ye."