Dinya

Kolombiya mizakereyên bi ELNê ra li welatekê din bidomîne

Holguîna Wezîra Karên Derva ya Kolombiyayê diyar kir ku ew ê mizakereyên li Ekvadorê bi ELNyê ra dikirin li welatekî din bidomînin.

Haydar Şahin  | 19.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
Kolombiya mizakereyên bi ELNê ra li welatekê din bidomîne

Bolivar

BOGOTA

Maria Angela Holguîna Wezîra Karên Derva ya Kolombiyayê diyar kir ku ew ê mizakereyên li Ekvadorê bi Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) ra dikirin li welatekî din bidomînin.

Lenîn Morenoyê Serokê Ekvadorê diyar kiribû ku welatê wan êdî nikare ji mizakereyên Kolombiya û ELNyê ra malxwedîtî bike û piştî vê Holguînê li ser mijarê daxuyanî da.

Holguînê li Casa de Narinoya Qesra Serokatiya Dewletê ya li Bogotaya peytextê welêt biryara hikûmetê eşkere kir û got ku Juan Manuel Santosê Serokê Kolombiyayê heq da biryara Moreno.

Morenê bi tenê dev ji malxwedîtiya mizakereyan berneda di heman demê da ji garantoriyê jî vekişiya, li ser vê Holguînê destnîşan kir ku Kolombiyayê li welatekî alternatîf mizakereyên bi ELNyê ra bidomîne.

Tê gotin ku qesta welatê alternatîf ya Marîa Angela Holguînê dibe ku Brezîlya, Şîlî, Kuba, Venezuela û Norwêca ji 5 welatên garantor yek be.

- Mizakereyên bi ELNyê ra

Mizakereyên di navbera hikûmetê û ELNyê da di 15ê adarê da dest pê kiribûn, li bendê bûn ku tura mizakereyan a 5an di 18ê gulanê da bihata kirin.

Hevdîtin di çavdêrî û garantoriya Brezîlya, Şîlî, Kuba, Venezuela û Norwêcê da dihatin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.