HEWLÊR
Hat ragihandin ku li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin û di teqînê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li ber Enstîtuya Teknîkî ya Hewlêrê ya Zanîngeha Selaheddînê wesaîteke bombebarkirî ji hêla kesên nenas ve hat teqandin û di teqînê de 3 kes birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku plaqeya wesaîtê ya Bexdayê ye.
Li Hewlêrê herî dawîn di 30yê îlona 2013an de li ber avahiya asayîşê teqîn çêbûbû.