Önder Beyter
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê li meydana navdar Champs Elysees berêvarê bo demeke kin panîka êrişa terorî çêbû.
Li meydana Champs Elysees ajovanekî wesayita xwe li mînîbuseke cendirmeyan qeliband. Li dû vê rûdanê hêzên ewlekariyê ketin lebatê.
Di nûçeya têlevîzyona BFMyê ya li ser zarê polêsan da hat ragihandin, otomobîla ku li wesayita cendirmeyan qelibî, agir pê girt û herwiha ji ser ajovan jî çek derket.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku ajovan bi zanetî li wesayita cendirmeyan qelibî.
Wezîrê Navxweyî Gerard Collomb, ragihand ku kesê wesayita xwe li Champ Elysees bi qesdî ajot ser minîbusa cendirmeyan hat kuştin
Colomb daxuyanî da çapemeniyê û çalakî wek hewla êrişê wesifand.
Colomb got: "Li Fransayê hêzên ewlehiyê careke din bûn hedefa êrişê." Wezîrê Fransayê destnîşan kir ku di wesayita êrişkar de çek û teqemeniyên ji bo teqandina erebeyê hebûne.
Çavkaniyên polês jî diyar kirin ku di wesayitê de molotof, demançe û tivinga kalaşnîkof hebûne.
Piştî ku li Parîsê di 13ê Mijdara 2015an da êrişên terorî qewimîn, li welat rewşa awarte hatibû ragihandin.