05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
NEW YORK
Di çalakiyên "Bona Trump Bimeşe" yên ku li gelek eyaletên DYAyê hat lidarxistin da di navbera grûbên dijber da şer û alozî derket.
Piştevanên Serokê DYAyê Donald Trump li nêzîkî 30 eyaletî feyza xwe ji 4ê Adarê hildan û bi navê "March 4 Trump" (Bona Trump Bimeşe) çalakî li dar xistin.
Çalakiyên li eyalet û bajarên wekî paytext Washington D.C., New York, Michigan, Floridayê bêdeng derbas bûn, lê belê li bajarê Berkeleya Californiayê alîgir û dijberên Trump hatin hemberî hev.
Grubên ku bi kulm û daran li hevdu dan, xaza îsotê jî berdan hev. Di bûyerên ku polês midaxale kir da hin kes birîndar bûn û herwiha polêsan herî kêm 5 kes binçav kirin.
Dîsa li Minnesotayê jî di navbera 300 alîgir û qedera 50 jî dijberên Trump da alozî derket û di encamê da polêsan 6 kes binçav kirin. Herwiha li Washingtonê 4, li Tennesseeyê jî 2 kes hatin binçavkirin.