13 Tebax 2016•Rojanekirin: 13 Tebax 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin ku di êrîşa asîmanî ya ku balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê li Îdlibê kir de 11 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên parastina sivîl ên hatin bidestxistin balafirên şer ên artêşê herêma pîşesaziyê ya li Îdlibê û li bajaroka Taftanazê yên di bin kontrola mixalifan de cî û war bombebaran kirin.
Di êrîşan de li Îdlibê 5, li bajaroka Taftanazê jî 6 kes jin û zarok jî di nav de bi tevahî 11 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir kesên ku di bûyerê de birîndar bûn ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên li bajêr û bajarokê û dan zanîn ku ekîbên parastina sivîl li bajaroka Taftanazê hewl didin ku ji bin enqazên malên xirabeyî bi makîneyên kar derxînin.