Haydar Şahin
30 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
WASHINGTON
Li gor texmîna Morgan Stanleya saziya fînasê ya ji Emrîkayê, bobelata Harveyê ya li eyaleta Teksasê ew ê bi qasî 30-40 milyar dolarî li ser aboriya welêt bibe mal.
Di rapora Stanleyê da hat diyarkirin ku ji ber bobelata li Houston û Rockportê û başûrê rojhilatê Teksasê tesîra xwe nîşan da 30-40 milyar dolar bîlanço dê derkeve.
Heke texmîna saziyê rast derkeve, Harve dê bibe 4emîn bobeleta herî mezin a ku zirar da DYAyê. Di hersê rêzên ewil a lîsteya zirardayînê da bi 160 milyar dolarî va Katrîna(2205) di rêza ewil da cî digire, bi 70 milyar dolarî va Sandy (2012) di rêza 2an da cî digire û bi 48 milyar dolarî va Anrew (1992) di rêza rêza 3an da cî digre.
- Maliyeta herî mezin dikeve ser saziyên sîgortayê
Wek mayîn Morgan Stanleyê di rapora xwe da diyar kir ku ji ber bobelata Harveyê maliyeta herî mezin ew ê bikeve ser milên saziyên sîgortayê. Ligel vê ji ber ku hê baran û lehî li herêmê dewam dikin saziyên sîgortayê yên mezin hê texmînên xwe yên li ser zirarê eşkere nekirin.
Bobelata Katrînayê 80 milyar dolar, bobelata Sandyê 36 milyar dolar zirar dabû sektora sîgortayê.
- Hilberîna petrolê 2,2 milyon bermîl kêm bû
Tê gotin ku zirara Harveyê da rafîneriyên petrolê yên li Teksasê ji bo aboriyê zehf girîng e.
Li gor daneyên Standard and Poos's a Globalê, ji ber ku rafînerî sekinîn hilberîna petrolê di rojê da 2,2 milyon bermîl kêm bû.