Muhammet Kurşun
01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
HEWLÊR
Mela Mistefa Barzanî di 38emîn salvegera wefatê de li ser mezelê xwe hat bibîranîn.
Bi beşdariya gelek welatî û saziyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê li Mezelên Nemiran merasima 38emîn wefata Mela Mistefa Barzanî hat kirin.
Beşdaran di merasimê de tacegulek danî ser mezel û soz û wefaya xwe ji bo Mela Mistefa Barzanî dubare kirin.
Di merasimê de piştî rêzgirtina li şehîdan Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Xelat Barzanî bixêrhatina mêvanan kir û li ser rola Mela Mistefa Barzanî sekinî.
Xelat Barzanî di axaftina xwe ya li ser mezel de got: "Rêbaza Barzanî sernetewandin û bawerî ye. Rêbazeke qebûlnekirina sitemê û têkoşîna ji bo azadiyê bû. Çi îro be çi jî sibê. Divê dewleta me hebe û emê her bigihênê."
Barzanî diyar kir ku xelk an bi tenê yan jî bi malbatî tên ziyareta mezel û ber bi Barzanî ve û wiha dewam kir:
"Îro 1ê meha 3ê koça dawî a Barzanî û 14ê meha 3ê jî roja jidayîkbûnê ye. Di van herdu rojan de muhîm e ku em ji bo yekrêziya milletê xwe bixebitin. Divê em ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê bixebitin. Ev her daîm armanca Barzaniyê Nemir bûye. Ji bo wê têkoşîn daye. Îro jî Serok Barzanî rêya wî didomîne û bi xwîna xwe nexşeya welat dineqişîne."
Ji aliyekî din ve wek adeteke li Herêma Kurdistanê û Hewlêrê her salê ji bo wefata Barzanî bi hezaran dar tên çandin.
Saziyên sivîl li qezaya Soranê 4 hezar dar çandin.