Ahmet Aydın
30 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ba xwe ve anî ziman ku biryarên embargoyê yên Parlementoya Iraqê ku bi sedema encamdana referandûma 25ê îlonê sitendin, li dijî destûrê ne.
Di rûniştina asayî ya parlementoyê de biryarên embargoyê yên ku Bexdayê li dijî rêveberiya herêmê sitendin, hatin gotûbêjkirin. Hat ragihandin ku yek ji wan mijaran girtina Balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê ye ji firînên nêvdewletî re, bi talîmata Saziya Sivîl a Geştên Asîmanî ya Iraqê bû.
Parlementoya ku ji ber qeyrana siyasî girtî bû piştî vekirinê rûniştina duyemîn li dar xist û bi piraniya dengan hinek biryar sitandin.
Di daxuyaniya ku ji parlementoyê hat dayîn de, hat destnîşankirin ku ew biryarên embargoyê yên ku Meclisa Iraqê bi rûniştineke taybet dabûn, li dijî destûrê ne. Herwiha cext li wê yekê kir ku heta Parlementoya HKIyê biryarê li ser nede, mimkun nîne ew biryarên hikûmeta navendî bên cîbicîkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Em daxwaz li civaka nêvdewletî, ji welatên cîran û yên herêmê dikin ku di warê diyarkirina çarenivîsê de rêzê li biryara gelê Kurdistanê bigirin. Parlementoya Kurdistanê temînatê dide ku wê referandûma encamdayî ji welatên cîran û yên herêmê re nebe tehdîdek. Kurdistan cihê ewlekarî û îstiqrarê ye û wê wisa berdewam be."