28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
WASHINGTON
Fermandariya Hêzên Navend a Amerîkayê (CENTOM) di dawiya hefteyê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê hin wêne parve kirin. Di wêneyan de hat dîtin ku çekên Amerîkayê yên ji komên li Sûriyeyê ne re şandine di destê "şervanên temenbiçûk" de ne. Ev wêneyên CENTOMê bû sedema nîqaşan.
Li ser van wêneyan Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) der barê wêneyan de daxuyanî da û got dema ku ew ji komên li Sûriyeyê re piştgiriyê dişînin di nav şertên wan de "der barê temenê şervanan de sînorek tune".
Hatibû îdiakirin ku çek û melzemeyên koalîsyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê Amerîka dike jê gelek ji Koalîsyona Ereban a Sûriyeyê re hatine şandin. Ew jî Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê pêk tê û di nav da PYDya şaxa Sûriyeyê ya Rêxistina terorê PKKê jî heye.
- "Hemû kesên di destê xwe de sîlahan digrin tehdîd in"
Piştî civîna çapemeniyê Jeff Davîsê Berdevkê Pentagonê pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê wêneyên ku CENTCOMê pare vekirin da bersivand û diyar kir ku der barê mijarê da agahiyên wî tunin.
Ji Davîs pirsîn ku ji bo artêşa DYAyê emrê şerkirinê tune, li ser vê wiha got: "Ez hebûna emrê şerkirinê nizanim. Ji bo hedefbûnê hemû kesên di destê xwe de sîlahan digrin tehdîd in"
- CENTCOM: Hikûmeta DYAyê ji bo zarokên şervan bêdeng dimîne
Di daxuyaniya nivîskî ya ku CENTCOMê da nûçegihanê AAyê da jî tê gotin ku, "Hikûmeta DYAyê ji bo zarokên şervan bêdeng dimîne. Em girîngiyê didin berpirsiyariyên xwe yên li ser qanûnên peşveçûnên çekdarî. Em komên ku tên perwerdekirin û çekdarkirin ji kontrolê derbas dikin, em li bendê ne ku rêzê nîşanî mafên mirovan û qanûnên şerkirinê bidin."
Rayedarekê Pentagonê yê ku pirsên nûçegihanê AAyê bersivand jî got nayê bîra min ku CENTCOMê ji bo piştgiriyê şertê emrê çekdaran dabe pêşiya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê.
Raydarê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin wiha got, "Helbet nayê qebûlkirin ku mirov çekan bide destê yekî ji 18 salî piçûktir û wî bişîne şer, lêbelê dema ku mirov li rewş û awayê çanda herêmê mêze dike ev yek, tiştekî ku mirov biheyirîne nîne. Em tenê alîkariyê didin wan û ji wan dixwazin ku bi DEAŞê ra şer bikin. Em lê mêze nakin bê ka kê çawa îstixdam dikin."
Heman rayedarî diyar kir ku qanûneke artêşa DYAyê tune ku beramberê alîkariya ku dide welatên biyanî, şertê îstismarnekirin û çekdarnekirina zarokan derxe pêş û lêbelê bi giştî bala xwe didin qanûnên mafên mirovan û yên pevçûnên biçek ku bê ka tên cîbicîkirin an na.
Rayedar îdia kir ku li welatên wekî Iraqê bermayiyên himetên berê hene û DYA jî bi piranî hêzên çekdar li ser van bermamiyan ava dike û wiha dewam kir, "Lêbelê li Sûriyeyê rewşeke bi vî rengî tuneye. Li wir ji sifirê hêz tên avakirin. Helbet di şer da îstxdamkirina zarokan tiştekî xirab e, lê li wir rewş cuda ye."
Bi destê PYD/PKKyê şandina zarokan a bona şer rewşeke nû nîne
Ji hin raporên beriya vê raporê jî tê zanîn ku PKKya rêxistina terorê û PYD/YPGya şaxa wê ya li Sûriyeyê şervanên temenpiçûk kirine pevçûnan. Di gelek raporên rêxistinên navneteweyî da cih girtiye ku di nav unsûrên PYD/PKKê da gelek zarok hene, biryarên ku PYD/PKKê zarokên şervan ji nav rêxistinê derxistana, bi cih nehatin û ev jî di sala 2015an da ji aliyê Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan va hatibû tesbîtkirin.
YPGya şaxa çekdar a PYDê di 5ê hezîrana 2014an da bi saziya civata sivîl a "Geneva Call"ê ra "Peymana Taahhud"ê îmze kiribû ku ew ê di nav mehekê da şervanên ku emrê wan nebûne 18, wê ji qadên pevçûnan vekişînin, lê hatibû gotin ku ev taehhud bi cih neaniye.
Dîsa par hatibû ragihandin ku rêxistinê keç û xortên ku emrê wan ser 16an ra ne, li Minbic û dora wê şandine şer. Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan daxuyandibû ku komên YPG û YBŞya şaxa PKKê li herêma Şengalê zarokên şervan ji gelê herêmê dineqîne.
Li gor qanûnên însanî yên navneteweyî û Statuya Romayê, hêzên çekdar an jî rêxistinên çekdar heke kesên ku emrê wan hê nebûye 15 salî bişîne leşkeriyê an jî hildin rêxistinê, sûcê şer dike.