STOCKHOLM
Heyeta venêrînê ya YNê rapora xwe ya li ser çekên kîmyewî yên Sûriyeyê qedand.
Serokê heyetê Ake Sellstrom ji ajansa xeberan APê re axivî û got ku rapora der heq Sûriyeyê hat qedandinê û dawiya vê heftê yê bide Sekreterê Giştî yê YNê Ban Kî-mon.
Sellstrom got ku hayê min pê tuneye rapor dê kîngê were aşkerekirin û ez nikarim der heq encamên raporê de biaxivim.
Heyeta venêrînê ya YNê ku li Sûriyeyê lêkolîn kir da ku tesbît bikin gelo çekên kîmyewî yên kujêr hatine bikaranîn an na. Ne wezîfeya heyetê ye ku tesbît bikin ku kîjan alî ev made bi kar aniye.