İbrahim Atmaca
18 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Trump daxuyaniya nivîskî da û tê da binpêkirina mafên mirovan a ku Çîn dijî Misilmanên Herêma Xweser a Sîncan Uyguran disepîne şermezar kir û daxuyand ku wî pêşnûmaya qanûnê ya ku ji hin rayedarên Çînî ra tengavkirinê tîne, îmze kir.
Pêşnûma di 15ê gulanê da li Senatoyê, di 27ê gulanê da jî li Meclisa Nûneran hatibû pesendkirin û ji bo îmzekirinê pêşkêşî Trump kiribûn.
Di pêşnûmayê da bangewazî li rêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin ku hin rayedarên Çînî yên ku berpirsê zext û tundiya ku anîn serê Tirkên Uygurê û Misilmanên din ên ji neteweyên din in, tengav bike. Di nav tengavkirinan da destdanîna ser mal milkên rayedarên Çînî û qedexeya vîzeyê jî heye.
Di pêşnûmayê da tê xwestin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser binpêkirinên mafên mirvan ên li herêmê raporekê amade bike.