Muhammet Kurşun
26 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
ANKARA
Rojnamevan Şîfa Gerdî ku wek peyamnêr û bêjera qenala Rûdawê kar dikin li Mûsilê di encamê teqînekê de wefat kir.
Gerdî li rexê rastê yê Mûsilê ku berî çend rojan ji DEAŞê hatibû stendin pêl bombeyeke çandî kir û wefat kir.
Cenazeyê rojnamevan Şîfa Gerdî anîn ber avahiya navenda Rûdawê ku li Hewlêrê ye.
Di esnayê anîna cenaze de Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed û hevkarên rojnamevanê gelekî xemgîn bûn.
Mihemed gelekî hestiyar bû, xwe negirt û li pêş kamereyan giriya.
Ew bo rojnamevanan axivî û got:
"Me keseke gelekî biqabiliyet û şaresa jidest da. Ew nimûneya ciddiyetê bû. Me çendîn carê ji peyamnêrên xwe re gotiye neçine pêş, hûn rojnamevan in ne pêşmerge ne. Lê ew ji ber ciddiyeta xwe çû pêş."
Mihemed diyar kir ku ew gelekî xemgîn in û wiha dewam kir: "Cihê Şîfayê li Rûdawê nayê dagirtin. Lê ew di dilê me de daîm dimîne. Ez ji hevkarên wê yên li Rûdawê dikim ku heqê xwe li Şîfayê helal bikin."