Abdullah Tel
03 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2018
XAN YUNUS
Îniya borî dema li ser sînorê Xezeyê nimayişên "Meşa Vegera Mezin" dihatin kirin Nasir Musabbîhê 12 salî alîkariya ekîbên tenduristiyê dikir û ew bi guleya eskerê Îsraîlê ku berî serê wî da va şehîd ket. Şêniyên bajarê Xezeyê niha şîna şehîdê xwe yê 12 salî yê ku heyata wî dişibiya erdnigariya lê hatibû dinyayê, dikin û ji bo wî hêstiran dibarînin.
Nasir di sala 2006an da li Xezeyê hat dinyayê û li bajêr jî dagirkerî di sala 2007an da dest pê kir lê emrê vî sebiyê 12 salî bi guleya ji çeka eskerê Îsraîlê va hat berdan va kin bû û ew şehîd ket.
- Şehîdê biçûk ê Xezeyê şahidiya hemû êrîşên Îsraîlê kir
Îsraîlê di sala 2008an da êrîşî ser Xezeyê kiribû û şehîdê 12 salî wê demê hêj teze ji şîr hatibû vekirin. Di sala 2012an da dema wî dest bi dibistanê kir jî li herêma lê dijî dengê tank û topan dihat bihîstin û di êrîşên sala 2014an a ku Îsraîlê bir ser Xezeyê da jî ew diçû pola sêyemîn.
Nasir li vê erdnigariya ku ji hêsirên çavan, xwîn û xinavê xalî nabe gelek jêhatî bû.
Ew li Dibistana Abdulkerim Kermî ya bajarê Xan Yunisê xwendekarekî jîr bû, di heman demê da Hafizê Qurana Pîroz bû û bi spora Kung-fuyê ra jî eleqedar bû.
Ji ber maqûlî û serfiraziyê kesên derdorê ji Nasir gelek hez dikirin û niha li pey wî malbatek hêsiran dibarîne û hevalên wî yên ku şîna şehîdên xwe yên biçûk dikin, man.
- Hevalên wî yên polê ji ber kuştina wî nikarin bala xwe bidin ser dersên xwe
Li Dibistana Abdulkerim Kermî ev çend roj in ku xemgînî heye û xwendekar tevlî mamosteyên xwe hêsiran dibarînin û şîna şehîdê xwe dikin. Hevalên di polê da çîçek û wêneya Nasir danîn cihê ku ew lê rûdinişt û ji ber derd û kulên kuştina hevalên xwe nikarin bala xwe zêde bidin ser dersan.
Mamosteyên wî jî di pola ku mîna şîn lê dewam dike da hevalên Nasir ê digirîn, serê xwe xwar dikin û hêstirên xwe vedişêrin teselî dikin.
- "Ew hevalê min ê herî baş bû"
Xwendekarên di heman polê da ji nûçegihanê AAyê ra qala hevaltiya Nasir kirin û Ziya Ebû Hatti got: "Beriya ku şehîd bikeve me soz da hevdu ku li mala me bên bal hev. Hevalê min hafiz bû. Dema ku em ew roj bikaribûna bihatina bal hev meyê Quranê bixwenda. Dema sparteyan wî alî min dikir, ew yekî pir jîr bû û min dixwest ez jî mîna wî bim. Lê ew çû."
Di dema axaftinê da Ziya Ebû Hatti ji bo ku negirî bi zorê xwe digirt lê wî hêstir barand û wiha pê da çû: "Ew hevalê min ê herî baş bû. Ji bo dersên Îngilîzî û tenduristiyê alî me dikir. Dengê wî jî pir xweş bû û me jê ra digot Abdussamed (Hafizê Quranê yê ji Misrê) Di dema nimayişên li ser sînor dihatin kirin da alî ekîbên tenduristiyê dikir. Min jê ra hertim digot ji bo ku tiştek bi te neyê û mîna zarokên bi destê eskerên Îsraîlê va dihatin kuştin, nebî ji sînor dûr bisekine."
- "Dixwest bibe cerah"
Mamosteyê dersa Agahiya Fenê ya dibistanê Kemal Neccar (50) jî got ku Nasir xwendekarekî jîr û jêhatî bû û ji dersê pir hez dikir û li pêşiyê rûdinişt.
Neccar destnîşan kir ku di nav hevalên xwe da wî bi serfiraziya xwe balê dikişand û wiha pê da çû: "Dixwest dema mezin bibe ew bibe cerah. Lê xeyala wî neçû serî."
- "Li ser sînor alîkariya wan xwîşkên ku wezîfedarên alîkariya ewil bûn, dikir"
Li mala şehîdê biçûk jî neferên malbat li eşyayên ji Nasir mane mêze dikin û hêstiran dibarînin.
Sîmah Musabbîh (41) a diya Nasirê şehîd ket karneyên wî, belgeya wî hafiztiyê û qayişên ku Nasir ji spora Kung-fuyê qezenc kiriye nîşanî kesên ji bo şînê tên malê dide. Musabbîhê got: "Ew mîna zarokên min ên din nebû, ew yekî pir cihê bû."
Diya Nasir ragihand ku ew di dersên xwe da gelek jêhatî bû û bala xwe dida ser sporê jî û di Kung-fuyê da heta asta qayişa tirinciyê hatibû û par jî Quranê jiberkiribû.
Simahê dema qala kurê xwe kir got ku wî di radyoya dibistanê da Quran dixwend û li mizgeftê jî azan dida û wiha pê da çû: "Wî dixwest Filistîna li aliyê din ê sînor dikeve bibîne, wê derê qet nedîtibû. Ji bo beşdarî çalakiyan bibe hewl dida. Her hefte diçû qada lê çalakî tên kirin û li wir alî xwîşkên ku ji bo alîkariya ewil wezîfedar bûn dikir."
- "Nîşangirên Îsraîlê bi qestî wî ji xwe ra kirin hedef"
Diya Nasirê şehîd got ku nîşangirên eskerên Îsraîlê ne bi qestî sebiyê wê ji xwe ra kirin hedef û wiha domand: "Sebiyê min alîkariya kesên birîndar bûbûn dikir. Ji bo tu kesî bi talûke nebû û zirar nedida kesî. Hêj 12 salî bû û ew hêj sebî bû. Gelo ji bo wan eskerên Îsraîlê yên ku bi çek û cebilxaneyên gelek teknolojîk va hatine xemilandin ew talukeyeke çawa bû ku gule berî serê wî dan û ew kuştin. Bila di vê mijarê da min qanî bikin."
- Îsraîlê li Xezeyê tevlî Nasir 34 zarokan şehîd kir
Eskerên Îsraîlê dema çalakiyên "Meşa Vegera Mezin" a ku roja îniyê li ser sînorê Xezeyê hat kirin bi ser çalakvanan da gule berda û Nasir Musabbîh jî di nav da 7 kes şehîd ketin û 90 kes jî birîndar bûbûn.
Ji 30yê adarê vir va eskerên Îsraîlê di çalakiyên li ser sînorê Xezeyê da tevlî Nasir 34 zarokên Filistînî şehîd kirin.
Filistînî li ser sînorê Xezeyê yê bi Îsraîlê va ye ev şeş mehin ku bi navê "Meşa Vegera Mezin" va çalakiyên aştiyane lidar dixin.
Eskerên Îsraîlê jî bi guleyên heqîqî va êrîşî ser gelê sivîl ê ku dixwazin bila dagirkeriya nehiqûqî ya ji sala 2006an vir va li ser Xezeyê dewam dike, bê rakirin. Gelê sivîl dixwaze ku ew vegerin ser axa xwe ya bi darê zorê jê hatine sirgûnkirin.