Bilal Güler
16 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Mihemed Baqir Qalîbafê Serokê Meclisa Îranê diyar kir ku welatê wan uranyuma ji sedî 60 saf çêkir.
Qalîbaf li ser Twitterê der barê dewlemendkirina uranyumê ya welatê xwe da agahî da.
Qalîbaf got ku zanyarên Îranê bi ser ketin û uranyuma ji sedî 60 saf bi dest xistin, îradeya gelê Îranê ew ê hemû komployan berhewa bike.
Elî Ekber Salihiyê Serokê Saziya Vejena Atomê ya Îranê jî got mesele rast e û ew ê paşê hûrgiliyên mijarê parve bikin.
Ebas Eraqçiyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî di 1ê nîsanê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ji Rafael Mariano Grossiyê Serokê Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî ra nameyek şand û got ku dest bi xebatên dewlemendkirina uranyumê ya ji sedî 60 safkirinê kirin.
Îngiltere, Fransa û Almanyayê bangî Îrana ku diyar kir ew ê ji sedî 60 uranyuma dewlemendkirî çêbike kiribûn ku bira pêvajoya dîplomatîk tevlihev neke.