Çağrı Koşak
16 Nîsan 2021•Rojanekirin: 16 Nîsan 2021
Artêşa Îsraîlê ji hewayê êrîşî hedefên li Xeta Xezeyê kir.
Nûçegihanê AAyê yê li herêmê diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê bi şev bir ser Xezeyê da tiştek bi tu kesî nehat.
Artêşa Îsraîlê li ser Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku ji Xezeyê fuzeyek avêtin Îsraîlê li ser vê bi balafirên şer û firokeyan Xeze xistin hedef.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da îmalatxaneyeke cebilxaneyê, tunela tê ra sîlah dianîn, herêmeke eskerî ya Hemasê xistin hedef.