Haydar Şahin
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
ŞANLIURFA
Li Xirbeyên Heranê ya li Şanliurfayê di nav ciyên herî kewn ên li dinyayê da tê jimartin, di kolanên îsal da "dikana mîskê" ya ku tê texmînkirin hezar salî ye û gelek qabên xemilandî yên mîskê hatin dîtin.
Li Xirbeyên Heranê ya ku ji vir 8 hezar sal berê lê jiyanê dest pê kiribû û demekê ji Asûriyan ra demekê jî ji Emewiyan ra paytextî kiribû kolan dewam dikin.
Di kolanên îsal da xirabeyên "dikana mîskê" ya ku tê texmînkirin hezar salî ye û 300 qabên xemilandî yên mîskê hatin derxistin.

Serokê Kolana Xirbeyên Heranê Prof. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku eva xirbeya xwedî potansiyeleke girîng e, ji bo ku vê potansiyelê derxin holê bi baldarî kolanan didomînin.
Onal bi bîr xist ku hetanî nika di kolanan da gelek amûrên girîng dîtin, di kolanên îsal da jî di Kuliyeya Mizgefta Mezin da dikana mîskê û hin qab dîtin.
- "Ev nîşana girîngiya ku wê demê didan paqijiyê ye"
Prof. Onal bal kişand ku di xebatên kolanê da di nav Kuliyeya Mizgefta Mezin da dikana mîskê hat dîtin û wiha axivî:
"Me li vê derê di odeyeke çarparsû da bi sedan kabên glover ên mîskê derxistin. Qabên glover bi qasî 10 santêmî hene û ji axa pijandî hatine çêkirin. Li ser van qaban şiklê dilopan, çêre û kulîlkan û tovên din hatine nexşkirin."