Ahmet Aydın
23 Mijdar 2020•Rojanekirin: 27 Mijdar 2020
Baxên Îremê ya li quntara Çiyayê Agiriyê bi rengên payizê dilê geştiyaran direvîne.
Baxên Îremê ya di deşta Îdirê de ku dikeve bakurê rojavayê Çiyayê Agirî ku xwedî 5 hezar û 137 metro bilindahî ye, bi rengên payizê xwe xemiland.
Baxên Îremê ku dikeve nav sînorên bajaroka Melekliya girêdayî Îdirê, weke bihuşteke ser rûyê erdê, gelek cureyên fêkî li ser bedena xwe pêşkêşî mazûmvanê xwe dike.
Bi payîzê re bi rengên kesk û sor û zer û qehweyî rengîn bû û ji bo siruşthezan bû seyrangeheke balkêş.
Şaredarê Bajaroka Melekliyê Eray Coşar di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku Baxên Îremê yek ji wan qadan e ku geştiyar hemî caran rêya xwe pê dixin û ew dever wiha pesinand:
"Ev der di biharê de weke bûkeke ser bixêlî dilê mirovan ditevizîne, di payîzan de jî bedewiyeke bêhempa li xwe dike. Di dawiyên hefteyan de dibe xala geştê ji welatiyan re. Em jî weke şaredariyê hemî siruşthezan ji bo meşa siruştê vedixwînin vê bihuştê. Ji bo balkişandina geştiyarên xwemalî û biyanî em her sal weke çalakiyeke kevneşopî meşên siruştî li dar dixin."
Coşar destnîşan kir ku wênegir û siruşthez ji bo dîdarê, serdana vê bedewiya siruştî dikin û bi taybet ji bajarên dewrûber gelek geştiyar tên vêderê û wiha pê de çû:
"Ji ber ku di vê demsalê de dîmen xweşik ên siruştê dikevin berçavan, welatiyên me yên ku dixwazin wêneyan bigirin serdana vêderê dikin. Em weke bajaroka Melekliyê di vî warî de gelekî şahnaz in."
Serokê Kulûba Fotograf Geşt û Siruştê (FGD) ya Îdirê Muhammed Akkuş jî bal kişand ser wê yekê ku wênehez bi taybet di vê demsalê de serdana Baxên Îremê dikin û wiha got, "Baxên Îremê dewlemendiyeke bêhempa ya siruştî ye ku pêdivê wênegir û siruşthez di her demsalê de serdana wê bikin. Ev der ne tenê biharan û havînan belkî payizan jî dilrevîn e. Her goşeyeke wê quncikeke bihuştê ye, hemî bedewî û xweşkayiya siruştê li vêderê reng vedide."