KARS
Welatî, ev çend sal in di rojên germ yên havînê de dest bi rojiyê dikin. Bi taybetî kesên ku di bin tavê de dixebitin bi zehmetî rojiyê digirin.
Cotkarên ku li Qersê dixebitin ji ber tavê pir aciz dibin û bi zehmetî rojiya xwe derbas dikin. Paleyên ku di zeviyan de dixebitin û tirpanê dikişînin bi kelacan li benda fitarê ne. Malbatên paleyan jî alîkariyê didin malxwêyên malê.