Hilberîna ceh ya li Tirkiyeyê ji sedî 20an ve ji herêmê (Suruç, Gazîantep û Kîlîs) tê bidestxitin. Ji ber ku îsal bi têra xwe baran nebarî, çandiniya ceh a îsal li gor salên berê zû dest pê kir.
Li navçeya Suruçê çandiniya ceh dest pê kir û tê texmînkirin ku dê heta serê hezîranê jî dewam bike. Cotkar xemgînin ku îsal li gor dilê xwe ber hilnedan.
Serokê Şaxa Şanliurfayê yê Odeya Endezyarên Çandiniyê Alî Riza Ozturkmen ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku îsal ji ber ku hindik baran barî ber jî dê hindik bibe. Ozturkmen wiha got: "Li gor texmîna me, îsal ceh dê nîvî nîvî bibe. Li Gazîantep û Kîlîsê jî heman rewş heye. Lê ji bo pembû, nîsk û genim pirsgirêk tune ye."
Cotkarên bi navê Osman Tekçe û Yaşar Yuksel jî daxuyandin ku ber mesrefên wan dernaxin û ew dê benda saleke din bin.