29 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
ŞANLIURFA
Li Herêma Başurê Rojhilatê Anadoluyê mîqdara baranê li gor par nîvî nîvî kêm bû lê digel vê bi saya ava ku di bendava Ataturkê da hebû cotkar neketin nav qisawetê.
Îsal payîzê li herêma ku wek navenda dexl û pembûye baran li gor par kêm barî û ji ber vê jî talûkeya hişkayiyê çêbû lê bendava Ataturkê ya li herêmê ji bo cotkaran bû wek sîgorte.
Cotkarên li herêmê dema baran nebare jî bi ava bendava Ataturkê zeviyên xwe av didin û rê li ber hişkayiyê digirin.
Midûrê Herêma 15mîn a Karên Avê ya Dewletê Oguz Kasap daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ava bendavê di asta ew dixwazin da ye û wiha pê da çû: "Bi saya bendavê nêzî 2 milyon û 500 hezar dekar zevî tê avdan. Niha bendav ji sedî 83 tijî ye. Li herêmê hişkayî li gor par zêde ye. Ev jî tê wê meneyê ku di bendavê da 40 milyar metrekup av heye. Niha ji bo ava xwarinê, avdanê û vejenê li bendavê tu pirsgirêk xuya nake."
Serokê Şaxa Şanliûrfayê ya Odeya Endezyarên Ziraetê Mehmet Şaka got ku li Tirkiyê tengasiya hişkayiyê pir zêde ye û wiha dewam kir:
"Li gor daneyên meteorolojiyê, ji bilî herêma Behra Reş, li Tirkiyê hişkahiyeke pir zêde hatiye tesbîtkirin. Li giştiyê welêt berf û baran ji sedî 80 kêm bûye. Li Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê jî ji sedî 76,6 kêm bûye."
Şaka diyar kir, ji ber ku baran nabare, cotkarên ku tovê xwe davêjin erdê dêmî jî dereng davêjin û wiha dewam kir:
"Li erdên dêmî ji ber ku baran nabare, tov di bin erdê da dirize. Ev rîska rizîna tov dewam dike. Li bajarê me ji ber ku Bendava Ataturkê heye û ava bendavê berdidin ser erazî, li gor cihên din rîska hişkahiyê kêm bûye."
Ji cotkaran Huseyîn Guneş jî got ku bi saya serê bendavê endîşeya wî ya hişkahiyê tuneye.