Welatê guldexwînan Hekarî ye lê li hewzeya Gola Wanê jî derdikevin û ev kulîlk ji aliyê gelê herêmê ve pîroz tê dîtin. Di van salên dawîn de ji bo parastina "guldexwînan" lêkolînên zanistî tên kirin.
Serokê Komelaya Çavdêrên Xwezayê Prof. Dr. Mûstafa Sari xebatan dike ku ev cure kulîlka ku gelekî kêm tê dîtin bê parastin.
Sari daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku guldexwîn yek ji nebatên herêmê yên bipîvaz e ku kêm derdikeve û gelê herêmê ji vê kulîlkê re dibêje "bûka digirî."
Sari diyar kir ku di tevahiya dîrokê de ev kulîlk pîroz tên qebûlkirin û got ku ev nêrîn bû sedem ku nebat bê parastin. Sari diyar kir ku ev nêrîn di ekolojiyê de wek "ekolojiya pîroz" tê dîtin û di van salên dawîn de li ser vê têgehê lêkolîn kirin û gelek nebatên herêmê bi saya van xurafeyan tên parastin. Gelê herêmê tirsa ku dê zirarê bibînin guldexwînên ku li derûdora tirbeyan derdikevin, biçinin.
-"Ekolojiya pîroz cureyan diparêze"
Sari qal kir ku ekolojiya pîroz ji ber nêrînên baweriyê cureyek an jî candarek diparêze û bal kişand ku ev nêrîn di ekolojiye de wek "stratejiya parastina nirxa" ye.
Sari diyar kir ku Gola Masiyan a li Rihayê jî mînakeke vê yekê ye û wiha axivî: "Gel masiyên Gola Masiyan ya li Rihayê ji ber baweriyên xwe nagire. Her wisa masiyên gola Wanê jî wisa hatine parastin. Li gor gernameya Ewliya Çelebî 'Di meha gulanê de li Gola Wanê masiyek derdikeve. Ev masî li çemê Bendîmahiyê bir bi bir berjor diçin û li jor gora siltanê Bendîmahî ziyaret dikin û dema vedigerin tên girtin.' Her wiha tu darên li ser gora alimê navdar Feqiyê Teyran jî nayên birîn. Darên ku weldigerin jî di nav daristanê de dimînin. Ev yek mînakên ekolojiya pîroz in."
Sari got em wek komela dixwazin ku ev mînak zêde bibin û nebat bêtir bên parastin û diyar kir ku gelê gundên Aydinocak û Dilmetaşê girêdayî Gewaşê jî guldexwînan diparêzin û nahêlin ku kesek wan biçine.
Abdûlganî Beyazitê ku li gundê Aydinocakê dijî got ku li navçeyê tirbeya Hecî Zubeyt heye û li derûdora vê tirbeyê jî guldexwîn derdikevin. Beyazit got ku em hişyariyê didin ziyaretvanan da ku kulîlkan jê nekin.