Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê jî li gelemperiya herêmê hewa bi mij e û li Mûş, Bedlîs û Colemêrgê carc aran dê berf bibare.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê di germahiya hewayê de zêde guherandin çênebe û ji bo mij û aşîtê jî hişyarî hat dayîn.
Mûş
Li Mûşê ji ber berf û bagerê hê jî rêya 92 gundan girtî ye û xebatên rêvekirinê didomin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmûs Yenturk daxuyanî da û diyar kir ku ji bo rê bên vekirin 65 personel û 30 makîne xebatên xwe didomînin.
Bedlîs û Colemêrg
Walîtiya Bedlîsê jî ragihand ku ji ber berfê rêya 66 gundan girtî ye û xebatên rêvekirinê didomin.